• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Amedê zarokek ji ber sermayê mir

Gulan Media December 18, 2021 Nûçe
Li Amedê zarokek ji ber sermayê mir

Li navçeya Farqînê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 2 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dets da.

Li gorî nûçeya Silvan Mucadeleyê li taxa Camiyê ya Farqînê, zarokê malbata Bînen ê 2 salî ji ber sermayê dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da.

Yunus Emre Binen ê 2 salî ku mala wan li ber kela Zembîlfiroş e, nêzikî 2 hefte ye elektrîka wan hatiye birrîn, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Ozcan Onen bavê Yunus Emre dibêje “Kurê min ji hejarî û sermayê mir. Ji ber ku elektrîka mala me hatiye birrîn me nikaribû buharê bidin Yunus Emreyê ku nexweşiya tengenefesî û bronşîtê pê re heye. Heta ku me wî bir nexweşxaneyê, bijîşk ji me re got dilê zarokê ji ber sermayê sekiniye. Ji ber ku oksîjen neçûye mêjî û hemû organên wî ji kar ketine jiyana xwe ji dest da.”

 

Rudaw

Top