• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî behsa sedemên “Lehiya Hewlêrê” dike û komîtek ji bo lêkolînê tê avakirin

Gulan Media December 18, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî behsa sedemên “Lehiya Hewlêrê” dike û komîtek ji bo lêkolînê tê avakirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî avakirina komîteyekê ji bo lêkolînkirina sedemên ziyanên lehiyên li Hewlêrê ragihand. Diyar kir, kêmasiyên di sîstema endezyariya bajarvaniya Hewlêrê de, yek ji sedemên ziyanên lehiyê ne

Di hevdîtineke awarte de li gel wezîr û berpirsên pêwendîdar ên hikûmetê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê fermanên pêwîst ji bo rûbirûbûna lehiyê û wergirtina tedbîrên parastinê ji bo dubarebûna karesatên wiha derxistin.

Li Hewlêrê ji şeva borî û heta sibê baraneke xurt barî û lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye, av debasî hin malan bû û beşek ji riyan ji ber kombûna avê hatine girtin. Di encamê de ji bilî ziyanên madî, 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de got, “Tevî ku lehî karesateke xwezayî ye jî, ev yek li pêşiya me nabe asteng ku em lêkolînan bikin bê ka egera kêmasî hene yan na.”

Diyar kir ku di civînê de wiha hat gotin: “Girtina tesrîfa ava baranê yek ji sedemên lehiyê ye . "

Her wiha got: “Me biryara avakirina komîteyeke taybet ji bo lêkolînê di sedemên lehiyê de da û kesên ku kêmasî kirine diyar bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir jî, ziyanên madî yên çêbûnê, dê bên texmînkirin.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji tevahiya desthilatên xwecihî yên li tevahiya parêzgehên Herêmê kir, ji bo egera lehiyên din di amadebaşiyê de bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştre serdana deverên ku ziyan ji lehiyê dîtine kir û ji nêzîk ve rewş şopand û guhdariya ziyandîtiyan kir û got ku divê di demeke nêzîk de bêne qerebûkirin.

 

K24

Top