Serokwezîr: Divê mafê gelê kurd û hemû pêkhateyan li gor destûrê parastî be
Pêşwazîkirin û hewandina jimareke gelek mezin ji penaberên Suriyê û koçberên navxweyîya Îraqê ji pêkhateyên cuda ji aliyê xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, rola giringa pêşmergeyê Kurdistanê di nehêlana tirs û gefên DAÎŞê li ser tevaya pêkhateyan û alîkariyên leşkerî û mirovî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê di civînê de hatin behis kirin.
Tekîd li ser parastina mafê tev pêkhateyên cuda û afirandina atmosferekî minasib ku penaber û koçber bikaribin vegerin bo ser mal û warên xwe hat kirin û di vê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê berheviya hikûmetê jibona hevkarî û hevahengiyê nîşan da.
Li dor pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, serowkezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku pirosesa siyasî ber bi pêş biçe û got ku Herêma Kurdistanî dikare bibe beşek ji pirosesa siyasî û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku mafên gelê kurd û hemû pêkhateyên din li gor destûra Îraqê parastî bin.
Rewaş herêmî bi giştî, rewaş Suriye û Îraqê û kontirolkirina tevgerên vê dawiyê yên DAÎŞê hin mijarên din yên civîna serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya balaya Amerîkayê bûn.
