Li Mûsilê taya xwînberbûnê kesek kuşt
Îro Sêşemê pişîkek ji bikeya tenduristiya Neynewa bi navê Cuma Ehmed ji BasNewsê re ragehand ku, sê kes ji akinciyên aliyê rastê yê bajarê Mûsilê ku, bi nexweşiya Taya xwînberbûnê ketibû gihandin nexweşxaneya bajêr.
Wî pizîşkî aşkere kir ku, yek ji wan nexweşan bi navê Umer Fethî Aşûr ku, li cihê koştfiroşekê kar dikir û akinciyê taxa Îslaha Zirayî bû canê xwe ji dest da û herdu nexweşiyê din jî metrisî li ser jiyana wan heye.
Basnews
