Dije Terora Kurdistanê: 2 qaçaxçiyên çekan ê DAIŞî li Hewlêrê hatine destserkirin
Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihandiye ku Dije Terora Kurdistanê di operasyonêkê de 2 qaçaxçiyên çekan ê DAIŞî desteser kirine.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê îro ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye îro Dije Terora Kurdistanê çend operasyon li herêma Zeytûnê ya bajarê Hewlêrê encam daye û 2 qaçaxçîyên çekan ê DAIŞê hatine desteserkirin.
Herwiha di berdewamiyê jî de hatiye ragihandin operasyonên wisa rêliber DAIŞê digirin ku qaçaxçîtiya çekan bike û çekan hilbigire û wan veguhêzê.
Basnews
