Beşek ji rêyên serekî yên Hewlêrê hatin daxistin
Şeva borî 16.12.2021ê baraneke tund li Herêma Kurdistanê û bi taybet jî li Hewlêrê barî û brûsk jî lê didin.
Ji ber wê barana tund lehî rabûn, tîmên rêveberiya berevaniya şaristaniya Hewlêrê rêya serekî ya Hewlêr – Şeqlawa û beşek ji rêyên serekî û neserekî yên din jî daxistin.
Ji ber heman sedeman tîmên berevaniya şaristaniyê rêya serekî ya Hewlêr – Kerkûkê jî daxistin.
Berî naha parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand: ‘’Mixabin ji ber lehiyê derveyî ziyanên madî ziyanên canî jî hene.’’
Umêd Xoşnaw ragehand: ji ber lehiyê 8 kes û kesek jî brûskê lê daye û bi giştî 9 kesan canê xwe ji dest dane û 4 karmendên tîmên berevaniya şaristaniyê jî birîndar bûne.
Basnews
