• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Silêmaniyê di navbera du hêzan de şer derket; Kuştî û birîndar hene

Gulan Media December 17, 2021 Nûçe
Li Silêmaniyê di navbera du hêzan de şer derket; Kuştî û birîndar hene

 Şeva bihorî li taxa Aştî ya bajarê Silêmaniyê, di navbera du hêzên ewlekariyê de şer û pevçûn derketiye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyekî agahdar di nav hêzên ewlekariyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, pevçûna çekdarî di navbera çend karmendên Hêza Komando û Lîwaya Altûnî de bûye. Bi gotina heman çavkaniyê, karmendekî hêzên emnî hatiye kuştin û 3 karmendên din jî birîndar bûne.

Yek ji kesên ku di pevçûna doh şev de birîndar bûye, navî wî Aras Sidîq, jidayikbûyê sala 1990î ye, û zêrevanê Şêx Ceifer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, heta derengiya şeva bihorî herdu aliyên şerker li gel Hevserokê YNKê Bafil Talebanî di civînê de bûne jibo çareserkirina pirsgirêkên navbera xwe.

Li gor agahiyan, di destpêka bihîstina dengê gulleyan de, dihat gotin ku teqe li avahiya Melbenda YNKê hatiye kirin, lê belê wê demê çavkaniyekî ji nav Melbenda YNKê ji Rûdawê re ragihand, teqe li baregeha wan nehatiye kirin û cihê ku deng jê tê, ji wan dûr e.

Peyamnêrê Rûdawê ku çûye cihê pevçûnê, ragihand, “Hêzeke zêde ku yunîformên reş li xwe kiribûn, li cihê bûyerê bûn.”

Ji destpêka îsal ve ew cara sêyem e li bajarê Silêmaniyê di navbera hêzên ewlekariyê de şer û pevçûn derdikeve. Di encama wan şer û pevçûnan de 2 karmendên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û 17 karmend jî birîndar bûne.

 

Rudaw

Top