Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16/12/2021ê pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnezanî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, pêşvebirina ezmûna pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê, pêşxistina kultura lêborînê, miyanrewî, rûbirûbûna tundrewiyê û çareserkirina arîşeyan bi riya diyalogê û hevtêgihîştinê hatin kirin.
