Mesrûr Barzanî di Cejna Rojiya Êzî de tekeziyê li ser asayîkirina rewşa Şingalê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Rojiya Êzî, pîrozbahî li tevahiya xwişk û birayên Êzidî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Cejna Rojiya Êzî, li tevahiya xwişk û birayên Êzidî dikim. Hêvîdar im ev cejn, di keşeke pir xweşî û şadî de derbas bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser xizmetkirina hemû tex û çînên civakî û mokomkirina kultura pêkvejiyana olî û netewî li Herêma Kurdistanê dubare dike.
Di peyamê de hat jî: “Bi vê helkeftê, em careke din pêdagiriyê li ser asayîkirina rewşa Şingalê û derdora wê dikin, bi riya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derçûna hêzên çekdar ên neyasayî ji deverê, da ku xwişk û birayên Êzidî yên koçber bikarin bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe û deverên wan bêne avedankirin.
