• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî kir

Gulan Media December 17, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî kir

Serok Mesûd Barzanî îro 16/12/2021ê pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî li Cîhanê Şêx Nehro Kesnezanî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin kirin. Herwiha ronahî hate xistin ser bihêzkirina giyanê lêborîn û biratiya di navbera hemû cînên civakî d û parastin û rêzgirtina li nirxên olî û pêkvejiyanê.

Di civînê de, daxwaz ji Serok Barzanî hate kirin ku rola xwe ji bo bicihkirina aramiyê di Iraqê de û tebahî û nêzîkbûna pêkhateyan de bibîne.

 

K24

Top