Serok Barzanî: Kurdistan serzemîna pêkvejiyana netew û olên cuda ye
Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Rojiya Êzî, pîrozbahî li tevahiya Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya hatina cejna Rojiya Êzî, germtirîn pîrozbahî li xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û seranserî cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn, şadî, aramî û bexteweriyê ji xwişk û birayên Êzidî re bîne û dawî li êş û azarên wan were.”
Serok Barzanî tekez dike: “Kurdistan serzemîna pêkvejiyana netew û olên cuda ye û tekeziyê li parastina ferhenga birayetî û pêkvejiyanê û kûrkirina wê dikin.”
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Cejna we pîroz be, hêvî dikim hûn hemû cejnên xwe di xweşî û aştiyê de bikin.”
