• Tuesday, 17 February 2026
logo

KERKÛK - Berpirsekî bilind ê leşkerî yê Iraqê hate kuştin!

KERKÛK - Berpirsekî bilind ê leşkerî yê Iraqê hate kuştin!
Şeva din (02-07-2018) li ser riya Kerkûk û Bexdayê, Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Xelîfe, hate kuştin.



Derengiya şeva derbasbûyî li ser riya Kerkûk û Bexdayê, li nêzîkî navçeya Xûrmatû, Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Xelîfe, ku weke Ebû Zehra el-Ebadî dihate naskirin, hate kuştin.



Destyeya Ragihandina Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ragihand: “Şeva derbasbûyî Ebû Zehra el-Ebadî yê Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê ya ser bi Heşda Şeibî ve, hate kuştin.”



Lê derbarê çawaniya kuştina Elî Xelîfe de ti zanyarî nehatine belavkirin.



Ebû Zehra el-Ebadî yek ji serkirdeyê hêzên Bedir bû li parêzgeha Mîsanê.

Rudaw
Top