Li Stenbolê metirsî li ser 50 hezar avahiyan heye
Serokê Komîsyona Erdhej û Karesatên Xwezayî ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kadem Ekşi ragihand ku li Stenbolê 50 hezar avahî di metirsiyê de ne.
Komîsyona Erdhej û Karesatên Xwezayî ya Meclîsa Bajarê Mezin a Stenbolê raporta Erdheja Stenbolê belav kir. Li gor raportê li 23 navçeyên Stenbolê 68 qadên di metirsiyê de hene û bi giştî berfirehiya van qadan 1,151 hektar e.
Serokê Komîsyonê Kadem Ekşî dibêje berpirsyariya 40 qadên di metirsiyê de bo serokatiyên şaredariyên navçeyan û ya 9 qadan jî bo Şaredariya Bajarê Mezin hatiye dayîn.
Li gor raportê, li tevahiya Stenbolê metirsî li ser 50 hezar avahiyan heye.
Rudaw
