Malbata Hediya Enter ya ji aliyê PKKê ve hatiye revandin: Destpêkê soz dan zarokên me berdin lê paşê êrişî me kirin!
Endamekî malbata wan keçikên kurd yên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin, ragehand, hîn zarokên wan nehatine berdan û nizanin li ku ye jî.
Çend roj berê malbatên wan keç û xortên ku ji aliyê rêxistina PKKê ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ve hatine revandin, li bajarên Qamişlo û Amûdê li dijî revandina zarokên xwe xwepêşandan kiribûn û daxwaz kiribûn zarokên wan bên berdan.
Di nav wan keç û xortên ku hatine revandin, 6 keçik xelkê bajarê Qamişlo ne. Navê yek ji wan keçên ku hatine revandin, Hediya Enter e.
Meta Hediya Enter, Şems Enter li ser rewşa dawî ya wan keçên ku hatine revandin, ji BasNewsê re got, me gelek hewl da zarokên xwe ji destê wan derxînin lê heta niha zarokên me nehatine berdan.
Şems Enter ku mamosta ye li Qamişlo, her wiha got, herî dawî me sê caran xwepêşandan kir lê em qewirandin û êrişî me kirin.
Bi gotina wê, berpirsên PKKê destpêkê soz dabûn zarokên wan berdin lê paşê poşman bûn û êrişî malbatên wan kirin.
Basnews
