Bankaya navendî ya Îranê bo dermanan pere dabîn dike
li Îranê ji bilî qirîza darayî qirîza derman jî heye.
Serokkomarê Îranê ferman bi bankaya navendî daye pere dabîn bike.
Li Îranê jiber qirîza darayî û dorpêçên heyî, qirîza dermanan derketiye û gelek kes nikarin dermanên pêwîst bo xwe dabîn bike.
Rejîma Îranê jî bo çareser kirina qirîza han dest bi cîhbicîh kirina rêkarên nû kiriye û li gor çapemeniya Îranê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ferman bi bankaya navendî ya Îranê kiriye daku pereyên lazim bo kirîna derman û tiştên pêwîst û girîng dabîn bike.
Di civîna civata wezîran ya Îranê de nîqaş li ser qirîza darayî, qirîza dermanan û dabîn kirina pêdiviyên sereke hatiye kirin û hikûmeta Îranê jî biryar daye daku bi awayeke tundtir bazar kontrol bike û rê nede buhayên tiştan giran bibin.
Niha li Îranê derman û pêdiviyên din yên jiyana rojane gelek buha bûne û beşeke zêde ji xelkê Îranê nikare derman û pêdiviyn xwe yên rojane dabîn bike.
