Zêdetirî salekê ye PKKê siyasetmedarekî Başûrî revandiye – Malbata wî ji tirsa PKKê newêrin gilî bikin
Zêdetirî salekê ye çekdarên PKKê siyasetmedarekî xelkê bajarê Ranya yê Herêma Kurdistanê revandine û malbata wî jî newêre li ba polîs gilî bike.
Çekdarên PKKê roja 15 Cotmeha sala 2020, siyasetmedar û mamosta Mihemed Girtikî, ku xelkê bajarê Ranya yê Herêma Kurdistanê û berpirsê partiya Hevpeymaniya Niştimanî li wê deverê bû, ji ber sebebên nediyar revandin. Heta niha jî mamosta Mihemed Girtikî di destê PKKê de ye.
Li gorî agahiyên ku ketine destê BasNewsê, çekdarên PKKê gef li malbata wî siyasetmedarî xwarine ku neçin li ba polîs û dezgehên ewlehiyê gilî nekin û li dû wî negerin. Ji ber wê jî malbata wî heta niha gilî nekirine.
Berdevkê polîsê Ranya, Şoriş Îsmaîl jî ev yek ji BasNewsê re piştrast kir û got, heta niha malbata mamosta Mihemed li ba me gilî nekirine. Çimkî li gorî qanûnê heta ew gilî nekin em nikarin lê bigerin. Ji ber wê jî em nizanin li ku ye.
Şoriş Îsmaîl her wiha got, me carekî gazî malbata wî kir û me ji wan pirsî. Lê wan ji me re gotin wenda bûye. Lê wisa xuya dike dizanin li ku ye loma gilî nekirine.
Basnews
