Tirkiye û Ermenistan peywendiyên du alî asayî dikin
Tirkiye û Ermenîstan, ji bo başkirina peywendiyên dualî amadekariyan dikin nûnerên xwe yên taybet diyar bikin.
Tirkiyê piştî şerê Qarabaxê yê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ku bi awayekî eşkere piştîvaniya Azerbaycanê kiribû, ragihand ku amade ye peywendiyên xwe ligel Ermenistanê asayî bike.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan jî, piştî hilbijartinên welatê xwe ku biserketibû, gotibû amade ne bêmerc peywendiyên xwe ligel Tirkiyê asayî bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got: “Em dê ji bo asayîkirina pewendiyên ligel Ermenistanê Balyozê xwe yê berê yê Washingtonê wek nûnerê taybet erkdar bikin.”
Wezareta Derve ya Ermenistanê jî, 14ê Kanûnê ragihandibû ku ji bo asayîkirina peywendiyên du alî biryar dane ligel Tirkiyê nûnerên taybet erkdar bikin.
Amerîka û welatên Rojava jî piştgiriya asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Ermenistanê dikin. Pêvajoya asayîkirina peywendiyên du alî bi navbênkariya Amerîkayê tê kirin. Mijara peywendiyên Tirkiye û Ermenistanê, di hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden a li Romayê de hatibû nirxandin. Herwiha her du wezîrên derve yên Tirkiyê û Amerîkayê jî li ser heman mijarê gotûbêj kiribûn.
Rudaw
