• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê destûra lêgerîna petrolê hat dayîn

Gulan Media December 16, 2021 Nûçe
Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê destûra lêgerîna petrolê hat dayîn

Rêveberiya Giştî ya Şirîktiya Gelêrî ya Petrolên Tirkiyê (TPAO), destûrnameya lêgerîna petrolê ji bo qadên li çar bajarên Bakurê Kurdistanê Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê da.

Biryarên têkildarî petrolê yên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Li gorî vê yekê li Colemêrgê  ji bo 34 hezar û 705 hektar erd ji bo 5 salan destûr hat dayîn.

Ji aliyê din ve ji Şirîktiya Gelêrî ya Pîşesaziya Poliuretan a Derkimê re destûrnameya lêgerîna petrolê, ji bo heyama 5 salan ji bo zeviyeke 30 hezar û 701 hektarî ku li parêzgehên Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê ye, hat dayîn.

Herî dawî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê perol hat dîtin.

Li ser hesabê medyaya civakî ya TPAOyê gotibû di encama xebatên me yên li bîra Gunyurdî-1ê ya 32 kîlomêtro li rojhilatê Nisêbîn  petrola giran a bi pileya 11,8 APIyê hat dîtin.

45 bîrên nû hatin dîtin

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Fatîh Donmez herî dawî li ser rêjeya petrola ku li Amed, Êlih, Semsûr û Şirnexê tê derxistin agahî parve kir.

Fatîh Donmez da zanîn ku di sala 2020an de bi giştî li herêmê 106 bîr kolane.

Donmez eşkere kir ku ji 106 bîrên; li 48 bîrên hilberîn dibe, li 39 bîrên lêgerîn berdewam e û 19 bîrên jî hatine tesbîtkirin û got, “Me bi giştî 236 hezar û 477 metre di van bîran de kolandin.”

Rudaw

Top