Malbatên 9 penaberên Rojhilatî daxwaz ji Tirkiyê dikin zarokên wan ji destê komên cîhadî yên Sûrî derxîne
Malbatên wan penaberên Rojhilatî yên ku îsal havînê ji aliyê Tirkiyê ve teslîmî komên cîhadî yên Sûrî hatibûn kirin, li ber balyozxaneya Tirkiyê li Tehranê kom bûne û daxwaza berdana zarokên xwe dikin.
Meha Tebaxa îsal, hikûmeta Tirkiyê 9 penaberên kurd yên Rojhilatî, ku dixwastin bi rêya Tirkiyê re derbasî Ewropa bibin, girt û teslîmî komên cîhadî yên Sûrî kir.
Li gorî agahiyan, ji wê demê ve heta niha tenê carekî wan xortan karîne pêwendî bi malbatên xwe bikin.
Malbatên wan penaberan dibêjin, ew çekdarên Sûrî yên ku zarokên wan di destê wan de ne, ji wan re gotine, her gava Tirkiye bixwaze emê zarokên we berdin.
Ji ber wê jî ji duhî de malbatên wan xortên kurd li ber balyozxaneya Tirkiyê li Tehranê kom bûne û daxwaz dikin bi berpirsên balyozxanê re rûnên û derdên xwe ji re bêjin lê heta niha rê nedane wan bi berpirsên balyozxanê re hevdîtin bikin.
Navê wan penaberên Rojhilatî wiha ye:
Behemen Şadrewan, Mesûd Heyderî, Seîd Ehmedî, Demawend Paksirişt, Efşar Rostemî, Hidayet Ruxzadî, Arman Reşîdî, Mubîn Weledbêgî, Ferdîn Derwîşpûr. Beşek ji wan xelkê bajarê Serdeştê ne û beşek jî xelkê bajarê Pawe ne.
Baasnews
