• Wednesday, 25 February 2026
logo

Spasalarê pêşmerge çû eniya Qeretepeyê

Gulan Media December 15, 2021 Nûçe
Spasalarê pêşmerge çû eniya Qeretepeyê

ev çend roje li wan deveran operasiyon hene.
Li gel Fermandar û rayedarên hêzên pêşmerge civiya.

Duhê sêşem Spasalarê wezareta pêşmerge, Cemal Mihemed serdana eniya Qeretepe ya li mihwera Germesêrê ya hêzên pêşmerge kir.

Di serdana han de Cemal Mihemed ji encamên operasiyonên vê dawiyê yên dijî DIŞIê li deverê de hate hayedarkirin û nav hatî jî ji nêz ve rewşa eniya han û rewşa pêşmergeya şopand.

Weke tê zanîn ev nêzî 5 rojane ku li wan deveran hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê dest bi operasiyoneke mezin kirine.

Top