Serokê banka navendî ya Iraqê li ser bilindkirina nirxa dînar li hember dolar hişyarî da!
Serokê banka navendî ya Iraqê hişyarî da û ragehand, eger nirxa dînar li hember dolar mîna berê lê were dê ziyanek mezin bigehîje aboriya Iraqê.
Ev demek e tê gotin ku parlementoya nû ya Iraqê dixwaze nirxa dînar li hember dolarê Amerîkî dîsa bilind bike û her dolarekî bike 1200 dînar.
Li ser vê mijarê, serokê banka navendî ya Iraqê Mistefa Xalib hişyarî daye û gotiye, eger tiştekî wisa bibe dê ziyanek mezin li aboriya Iraqê bikeve û nirxa dînar dê rastî hevraz û nişîvê were û ji kontrolê derdikeve.
Mistefa Xalib behsa sûdên daxistina nirxa dînar li hember dolar jî kiriye û gotiye, piştî daxistina nirxa dînar li hember dolar 16 milyar dolar diravê Iraqê zêde bûye û diravê xezîneya giştî gihîştiye 64 milyar dolar.
Zêdetirî salekê ye hikûmeta Iraqê nirxa dolar kiriye 1450 dînar.
