• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şandeke leşkerî ya Brîtanî û Wezareta Pêşmerge tekeziyê li ser jinavbirina DAIŞê dikin

Gulan Media December 15, 2021 Nûçe
Şandeke leşkerî ya Brîtanî û Wezareta Pêşmerge tekeziyê li ser jinavbirina DAIŞê dikin

Şandeke leşkerî ya Brîtanyî û Wezareta Pêşmerge civiyan û tê de tekezî li ser hevkarî û hevahengiya di navbera Hevpeymanan, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro 4/12/2021ê Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn bi amadebûna Şêwirmendê Bilind ê Wezarta Pêşmerge Emîd Rukin Hejar û Rêvebirê Pêwendiyan û Hevahengiyê ya Wezareta Pêşmerge Emîd Rukin Mihemed Seîd pêşwazî li Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Berîtanyayê li Herêmê Kolonel Carly û şanda pê re kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand jî, di hevdîtinê de pêşveçûnên proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hat guftûgokirin. Di vê derbarê de jî Birîkarê Wezareta Pêşmerge spasiya şanda Birîtanî kir ji bo piştevanî û hewlên şêwirmendên Brîtanî di proseya çaksaziyê de kir.

Wezareta Pêşmerge da zanîn, şanda leşkerî ya Brîtanî û Wezareta Pêşmerge ji bo başkirina kolêjên leşkerî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi astekî bilindtir, gengeşe li ser planeka vekolînê ya şêwirmendên leşkerî yên Brîtanî di bernameya rahênanê de kirin.

Wezareta Pêşmerge behsa wê jî kir, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya di navbera Hevpeymanan, Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo rûbirûbûna DAIŞê kirin.

 

K24

Top