• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran: Eger Amerîka dikare bila pêşiya hinartina petrola me bigire!

Îran: Eger Amerîka dikare bila pêşiya hinartina petrola me bigire!
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bersiva Amerîka da û ragihand, eger dikarin bila pêşiya firotina petrola Îranê bigirin!

Amerîka ragihandiye ku dê heta payîza îsal bi temamî pêşiya hinartin û firotina petrola Îranê bigire.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Swîsra bersiva Amerîka da. Rûhanî, ku pêr çûbû Ewropa, şeva borî di civîna Îraniyên Swîsra de axivî û got, Amerîka dibêje dê pêşiya hinartina petrola Îranê bigirin. Ew wateya vê gotina xwe nizanin, ji ber ku bê wate ye. Baş e eger dikarin bila bikin wê çaxê dê encamên wê jî bibînin!

Basnews
Top