• Wednesday, 25 February 2026
logo

Ji sibê de pêleka bihêz ya şiliyê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê

Gulan Media December 15, 2021 Nûçe
Ji sibê de pêleka bihêz ya şiliyê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê

Berpirsê rewşa hewa û erdhejê li Herêma Kurdistanê dibêje, ji sibê ve pêleka berf û baranê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û çend rojan jî berdewam dibe.

Berpirsê rewşa hewa û erdhejê li Kurdistanê, Fazil Îbrahîm ji kanala K24 re gotiye, ji sibê vê (16 vê mehê) pêleka şiliyê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.

Fazil Îbrahîm her wiha gotiye, dê li nav bajar û deştê baran û li cihê bilind û çiyayî jî berf bibare.

Bi gotina berpirsê rewşa hewayê, ew pêla şiliyê dê çend rojan berdewam be.

Fazil Îbrahîm daye zanîn jî, ji ber ku şilî zêde dibare dê li hinek deveran lehî rabibe loma divê welatî hişyar bin.

 

 

Basnews

Top