• Wednesday, 25 February 2026
logo

HDP: 2 girtiyên nexweş li girîtgehan canê xwe jidest dan

Gulan Media December 15, 2021 Nûçe
HDP: 2 girtiyên nexweş li girîtgehan canê xwe jidest dan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê bal kişand li ser mijarên sereke yên rojeva Tirkiyê û girtiyên ku li nexweşxaneyan canê xwe jidest didin.

Hevserokê HDPê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan ragihand, di nav 24 demjimêran de 2 kesên bi navê Abdulrezak Şuyur û Xelîl Guneş, li girtîgehan canê xwe jidest dane.

Zeyad Ceylan bang û daxwaz kir jî ku girtiyên nexweş bên berdan, yên ku cezayên wan xilas bûne jî bên azad kirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser qeyrana aborî û tecrîta li girtîgehan jî û dema ku daxuyanî berdewam dikir de polîsan beriyer kişandin navbera çapameniyê û xwepêşanderan.

 

K24

Top