Ebû Ezraîl: Pêşmerge dê vegere û em ê wan daynin ser serê xwe
Hewldanên ji bo asayîkirina rewşa Kerkûk û navçeyên nakok zêde bûne. Vegera hêzên pêşmerge ya ji bo van navçeyan jî karê sereke ye, ku di rojevê de ye.
Fermandarê Yekîneya Îmam Elî ya ser bi Heşda Şeibî Ebû Ezraîl ji Rûdawê re ragihand: “Pêşmerge dê vegere sînorên Kerkûkê. Di çend rojên pêş de artêşa Iraqê û birayên pêşmerge dê rêkeftineke hevbeş mor bikin.”
Ebû Ezraîl herwiha got: “Ez ji birayên pêşmerge daxwaz dikim dûrî tayfegerî û nijadperestiyê bisekinin û bibin Iraqî û Kurdî. Eger wiha kar bikin em ê wan daynin ser serê xwe. Lê eger bi hizra tayfî û nijadî tevbigerin divê baş bizanin ku hemû karek dê bertekekî jî bi xwe re bîne.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di demeke nêzîk de hêzên ewelkariya Iraqê û hêzên pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê li Kerkûkê operasyoneke hevbeş bidin destpêkirin.
Berdevkê Operasyonên Hevbeş General Yehya Resûl jî di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Mijara karkirin û rêkeftina li gel hêzên pêşmerge di destê hikûmet û fermandarên leşkerî yên Iraqê de ye. Ji bo me ya giring ew e, ku careke din rê nedin terorîst vegerin navçeyê û ji bo vê jî em amade ne li gel pêşmerge hemahengiyê bikin.”
Wezareta pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê rewşa ewlekariya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nirxandine. Herdu alî jî tekez dikin ku divê demildest plana ewlekariya van herêman careke din li ber çav were derbaskirin.
Rudaw
