Herêma Kurdistan, Tirkiye û Iraq pirsa petrola Kerkûkê gotûbêj dikin
Wezîrê petrola Iraqê Cebar Li'êbî ragihand, ku bi mebesta hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhan, ew li gel Herêma Kurdistanê û Tirkiyê danûstendinan dikin.
Cebar Li'êbî got: Biryara hinartina petrola Kerkûkê bi riya Tirkiyê, bi encamên danûstendinên Bexdayê li gel Hewlêr û Enqerê re girêdayî ye.
Herwiha Li'êbî diyar kir, ku rojane 220 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê tê berhemanîn.
Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017an ve û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya Tirkiyê hatiye rawestandin, lê niha bizav hene ku rewşa berê bê vegerandin.
K24
