• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokê Yekitiya Zanayan: Tenê misilman birayên hev nînin mesîhî û êzîdî jî birayên wan in

Gulan Media December 14, 2021 Nûçe
Serokê Yekitiya Zanayan: Tenê misilman birayên hev nînin mesîhî û êzîdî jî birayên wan in

 Serokê yekitiya zanayên ola îslamî li Kurdistanê dibêje, tenê misilman birayên hev nînin êzîdî û mesîhî jî birayên misilmanan in.

Serokê yekitiya zanayên ola îslamî li Kurdistanê, Mela Ebdullah Seîd Weysî di konferansa cudahî û azadiya ayînî de gotarek pêşkêş kir û ragehand, li gorî ayîna îslamî tenê misilman birayên hev nînin, mesîhî û êzîdî jî birayên misilmanan in. Eger ez tenê kesekî misilman birayê xwe bibînim wê çaxê ez cudakariyê dikim. Xoşbextane gelê kurd her dem girêdayî îslamê û alîgirê îslama liberal bûye. Ew azadiya ku îro li Kurdistanê bo ayîn û olan heye li piraniya welatên cîhanê nîne.

Mela Ebdullah Seîd Weysî her wiha got, li cîhanê azadiya olî û ayînî diruşm e lê li Kurdistanê ji mêj ve bûye rastî û realîtiya jiyanê. Mela Mistefa Barzanî wek serkirdeyekî ruhî û netewî karî wê biratî û pêkvejiyanê çêbike û wisa bike ku misilman û mesîhî û misilman û êzîdî li kêleka hev di sengerekî de şer bikin û xwîna xwe birijînin bo azadiya Kurdistanê.

Serokê yekitiya zanayên ola îslamî li Kurdistanê anî ziman jî, dijminên kurdan û rêjîma Beisî mirovên misilman, mesîhî û êzîdî bi hev re îdam dikir û digirt û enfal dikir. Di enfalkirina Barzaniyan de beşek ji mesîhiyên devera Barzan jî hatin enfalkirin.

Mela Ebdullah da xuyakirin, hikûmetaa Kurdistanê pêkvejiyana ayînî û etnîkî pêş xistiye û got, em jî wek yekitiya zanayan baweriya me bi piranî û kêmîne nîne, em dibêjin em hemû pêkhateyên vê welatî ne.

 

 

basnews

Top