• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezareta Samanên Sirûştî: Piraniya kesên ku di kompaniyên neftê de kar dikin xelkê Kurdistanê ne

Gulan Media December 14, 2021 Nûçe
Wezareta Samanên Sirûştî: Piraniya kesên ku di kompaniyên neftê de kar dikin xelkê Kurdistanê ne

Wezareta samanên sirûştî ya Kurdistanê ragehand, piraniya karmendên ku di kompaniyên neft û gazê de kar dikin, xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Wezareta samanên sirûştî ya Kurdistanê ragehandiye, wezaretê bersiva çend pirsên parlementerekî Kurdistanê li ser kompaniyên neft û gazê yên ku li Herêma Kurdistanê dikin, daye.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 14 kompaniyên neft û gazê hene.

Wezaretê daye zanîn, di wan kompaniyan de 6 hezar û 196 kes kar dikin ku 5 hezar û 44 kes xelkê Herêma Kurdistanê ne ku dike %81.

 

Basnews

Top