• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kerkûk- Komeke çekdarên bi rûpoş êrîşî mala kurdekî kirine

Gulan Media December 14, 2021 Nûçe
Kerkûk- Komeke çekdarên bi rûpoş êrîşî mala kurdekî kirine

Roja duşemê 13.12.2021ê li gündeki ser bi nahya Şiwanî ya parêzgeha Kerkûkê çend çekdarên bi rûpoş bi ser mala kurdekî de girtine û piştre ber bi cihên nediyar ve reviyane.

Rêveberê baregeha polîsê nahyeya Şiwanê Şiwan Şiwanî ji BasNewsê re axivî û got: "Îşev roja dûşemê, li gundê Îsmaîl Beg yê ser bi nahya Şiwanê, 2-3 kesên gûmanlêkirî bi ser malekê de girtine. Xwediyê malê teqe li wan kiriye û ew jî reviyane û niha polîs derbarê wê rûdanê de dest bi lêkolînê kiriye. ‘’ 

Cihê behsê ye piştî 16ê Cotmeha 2017an li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji ber boşahiya ewlehiyê û çalak nebûna milîsên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê gelek komên cûr bi cûr ê çekdar peyda bûne û rojane êrîşî xelkê sivîl û hêzên emnî dikin.

Top