• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pileya germiyê li Kurdistanê bilindtir dibe

Pileya germiyê li Kurdistanê bilindtir dibe
Şepêleke germbûna hewayê berê xwe daye Herêma Kurdistanê û ji sibê Duşemiyê ve pileyên germiya hewayê li Herêma Kurdistanê bilind bibin, ku li hinek navçeyan dê bigihîje 46 pileyên silîsî.



Berdevkê Rêveberatiya Keşnasî û Geofîzîka Herêma Kurdistanê, Ejî Çeto di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, duyemîn şepêla germa havînê dê ji sibe Duşemî 2ê Tîrmehê ve bigihîje Herêma Kurdistanê û hewa dê di navbera 4 heta 6 pileyan germtir bibe.



Ejî Çeto got, herwiha dê roja Sêşemî 3ê Tîrmehê jî pileyên hewayê li Herêma Kurdistanê bi qasî 2 pileyan germtir be.



Li gorî pêşbîniya keşnasiya Herêma Kurdistanê, li navenda parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce, pileya germiya pêşbînîkirî ya hewayê di navbera 44 heta 46 peileyn de dibe, lê belê li Kerkûkê û sînorê Germiyanê, pileya gerniya hewayê dê di serweî 46 pileyan de be.



Çeto herwiha diyar kir, pileyên germiya hewayê dê heta roja pênşemiyê bi wî şêweyî bimînin û ji roja înê ya dahatî ve dê pileyên germiya hewayê di navbera 4 heta 5 pileyan de dakeve.

Rudaw
Top