Tirkiyê ji Iraqê xwest rewşa Kerkûkê aram bike!
Di daxuyaniyekê de, wezareta derve ya Tirkiyê teqîna duh a Kerkûkê bi tundî şermezar kir û ji Iraqê xwest ku hemû rêkarên pêwîst bistîne ji bo aramî û ewlehiya li Kerkûkê vegerîne.
Herwiha wezareta derve ya Tirkiyê diyar kir, ku ew li benda wê yekê ne, berpirsên Iraqî di zûtirîn dem de û bi awayekî zelal lêkolînê li ser wan gotegotan bike, ku behsa çêbûna saxtekariyan di hilbijartinên Kerkûkê de dikin.
Basnews
