Tirkiyê konsolxaneya xwe li Îraqê vedike
Mewlûd Çawîşoglu duh di bernameyeke kenala “NTV” a Tirkiyê de, ragihand, ew di demek nêzîk de konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Besrayê vedikin. Herwiha wan dest bi karên fermî kirine ji bo konsolxaneyê wî welatî li Mûsilê jî vekin.
Got jî, ew bi hikûmeta Iraqê re derbarê vekişîna endamên PKKê ji Şingalê di guftûgoyê de ne. Ameji bi wê jî kir, piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, hevkariyên wan bi bexdayê re li dijî PKK bihêztir dikin.
Roja 10ê Hezîrana 2014an konsolxaneya Tirkiyê li Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hat dorpêçkirin û piştre hemû karmendên konsolxaneyê radestî Tirkiyê bûn.
Waar.tv
