• Wednesday, 25 February 2026
logo

Çekdarên Tirkiyê li Serê Kaniyê bi dehan dikanên xelkê hilweşandin û talankirin

Gulan Media December 13, 2021 Nûçe
Çekdarên Tirkiyê li Serê Kaniyê bi dehan dikanên xelkê hilweşandin û talankirin

 Komên çekdarên ser bi Tirkiyê li gundekî Serê Kaniyê 20 dikanên welatiyan hilweşandin û dest danîn ser 30 dikanên din.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Encûmena xwecihî ya Serê Kaniyê gef li xwediyên 50 dikanên li gundê Tel Helef ê li rojavayê Serê Kaniyê xwariye, eger ew dikanan nedin çekdaran, dê wan hilweşînin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, piştî gefên Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê, xwediyên 30 dikanan, dikanên xwe vala kirin û deriyên wan rakirin.

Diyar kir jî, xwediyên 20 dikanan biryara Encûmena Xwecihî red kirin, ji ber wê jî komên çekdaran ew 20 dikanên bazirganiyê hilweşandin.

Komên çekdaran bihaneyan digirin ku ev dikan li ser milkên dewletê "giştî" hatine çêkirin. Lê li gor çavkaniyên Rewangehê, ev dukan ji 20 salan ve li wê deverê hatine avakirin, ango ji dema ku rejîm li deverê bû.

Serê Kaniyê ji Mijdara 2019an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin, ji wê demê de jî çekdar destê xwe danîne ser gelek mal û milkên welatiyan.

 

 

Basnews

Top