• Wednesday, 25 February 2026
logo

PDK û YNKê li Bexdayê guftûgoyan bi aliyên Iraqî re dikin

Gulan Media December 13, 2021 Nûçe
PDK û YNKê li Bexdayê guftûgoyan bi aliyên Iraqî re dikin

Ji bo guftûgokirina derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, du şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi awayekî cuda li Bexdayê ne.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, îro şandeke PDKê bi serokatiya Endamê Polîtburoya PDKê Huşyar Zêbarî gihîşt Bexdayê û di yekem westgeha xwe de, bi Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî civiya û guftûgo derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de kirin.

Peyamnêrê me got jî, şandeke din a YNKê bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê ye û bi Serokkomar Berhem Salih û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm re derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de guftûgo kirin.

Destnîşan kir jî, di civînên her aliyan de, niha ti rêkeftinek nayê kirin, lê belê armanc ji van guftûgoyan ew e, bigihin hevtêgihîştinan, bi taybet ku PDK û YNK aliyên sereke yên pêkanîna hikûmeta nû ne.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, biryar e di çend rojên bê de jî, şandeke Tevgera Sedir û şandeke aliyên “Çarçoveya Hevahengiya Şîeyî” serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikin.

 

K24

Top