• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîrê Îsraîlê diçe Îmaratê

Gulan Media December 13, 2021 Nûçe
Serokwezîrê Îsraîlê diçe Îmaratê

beriya çend mehan ev her du welat têkiliyên xwe normal kiribûn.
Ev yekem serdana Serokwezîrê Îsraîlê ye bo Îmaratê.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett piştî civîna civata wezîran ya Îsraîlê yaku îro hatibû lidarxistin ragihand ku bo cara ewil Serokwezîrê Îsraîlê serdana Îmaratê dike.

Naftali Bennett diyar kiriye ku vê îro serdana Îmaratê bike û li gel rayedarên vê welatî bicive û nîqaş li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Îmaratê bikin.

Weke tê zanîn beriya çend mehan Îmarat û Îsraîlê lihev kiribûn û têkiliyên xwe li gel hev normal kiribûn.

Top