• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî û Patrîkê kilîseya Keldanî civiyan

Gulan Media December 13, 2021 Nûçe
Serok Barzanî û Patrîkê kilîseya Keldanî civiyan

tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê hate kirin.
Behsa rewşa Îraqê û kemîneyan kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Patrîkê kilîseya Keldanî ya li Îraq û cîhanê Kardînal Louis Sako kir.

Di civînê de ku Metran Beşar werde jî têde beşdar bû, giftûgo li ser rewşa Îraqê û rewşa kemîneyan li Îraqê hate kirin û Patrîk daxwaz ji Serok Barzanî kir daku bo lihev nêz kirina aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê rola xwe bilîze daku aramî li Îraqê were dabînkirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa pêkhateya Mesîhiyan li Îraq û Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane hate kirin.

Top