Rêveberiya Xweser derbarê Kampa Holê de hişyarî da
Hevserokê Daîreya Karê Derve ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Evdilkerîm Omer diyar kir derbarê darizandina DAIŞiyan û kampan de hêzên navnetewî bi berpirsyariya xwe ranabin û got, `rewş pir cidî ye.`
Hevserokê Daîreya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Evdilkerîm Omer diyar kir li ser mijara darizandina DAIŞiyan û malbatan ew BI tenê hatine hiştin, dosyaya DAIŞiyên li girtîgehan û kampan dosyayeke giran e, bi tena serê xwe nikarin çareser bikin.
`Zarok bi kînê têne mezinkirin`
Evdilkerîm Omer, got, “Raya giştî ya navnetewî divê bi me re alîkar be. Ya pêşî, ji bo ku çeteyên DAIŞî bêne darizandin alîkarî nayê kirin .Ya din ji bo malbatên DAIŞê (jin û zarokên li kampan dimînin) alîkarî nayê kirin. Em tim bang dikin ku divê dadgeh were danîn, DAIŞê werin darizandin û wan bibin lê kesî alîkarî bi me re nekiriye. Jin û zarokên li kampan talokeyeke mezin e. Hebûna wan a li kampan tê maneya ku DAIŞî kirasekî nû ji xwe re bibinin. Bi hişmendiya terorê kirasek li wan hatiye kirin. Ew zarok bi kînê têne mezinkirin. Heke rewş wiha bidome wê kambax be.”
`DAIŞ neqediyaye, teror jî`
Omer diyar kir li Kampa Holê ku jin û zarokên DAIŞiyan lê dimînin ji kontrole derketiye, tim rûdanên kuştinê lê dibin, DAiŞî ji wir têne revandin, kon têne şewitandin û got, “Ji ber vê divê dosya were amadekirin. DAIŞ neqediyaye, teror jî.’’
Hevserokê Daîreya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi wê dike ku bi salan e ku ew ji raya giştî re dibêjin `Kampa Holê bombeyek e` û got, “Bombeyeke wiha ye ku kesek nizane bê ka wê kengî biteqe. Heke ew bombe biteqe wê bandora xwe tenê li me neke, bandorê li ser hemû cîhanê bike.”
`Ev pirsgirêkeke navnetewî ye`
Omer bi berdewamî diyar kir 30ê Hezîranê wan li ser mijara rewşa Kampa Holê û girtîgehan bi nûneren wezareta derve yên Ewropayê, nûnerên wezaretên derve yên Amerîka û Kanadayê re civîneke online ya bi tevlêbûna 50 kesî kirine û got, “Me got `divê her welat welatiyên xwe bistîne.` Em bi serê xwe nikarin heq jê derkevin. Rast e, ev pirsgirêk li vir e lê ne tenê pirsgirêka me ye. Pirsgirêkeke navnetewî ye. Yên ku welatiyên xwe nabin jî me xwest ku alîkariyê bidin me .Ev jî nehate kirin.”
Omer her wiha got piştî civîna 30ê Hezîranê nûnerên wezaretên derve yên welatan jî di nav xwe de civîn kirine, nîqaş kirine ku gavan bavêjin lê heta niha gavên ku têne xwestin neavêtine û got, “Divê ev gava radîkal were avêtin.”
Kampa Holê
Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.
Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101 kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.
Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.
Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û %96 ji wan jin û zarok in, %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.
Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in. Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.
Operasyonên asayişê li nav kampê
Hêzên Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê Adara îsal bi sedema “zêdebûna bûyerên kuştinê û liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav kampê û hewla belavkirina hizra tundrewiyê di nav zarokan de” bi beşdariya 5 hezar endamên asayişê, “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê” hatibû pêkanîn.
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen gotibû, “53 çeteyên DAIŞê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.”
Herwiha hatibû diyarkirin ku belgeyên 11 hezar mêr, jin û zarokên jor 15 saliyê re yên li kampê hatine nûkirin û ji bo zarokên kêmî 15 saliyê jî dê agahiyên girêdayî wan ji malbatên wan bên wergirtin.
Rudaw
