• Thursday, 26 February 2026
logo

Cebar Yawer: Em li gel Iraqê gihiştin rêkeftinê

Gulan Media December 5, 2021 Nûçe
Cebar Yawer: Em li gel Iraqê gihiştin rêkeftinê

 Fermandarên Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li Bexdayê kom bûn û Cebar Yawer dibêje, li sînorê 4 mîhweran jûrên hevbeş dê bên çalakkirin û li herêmên Kurdistanî operasyonên hevbeş li gel artêşa Iraqê li dijî DAIŞê destpê dikin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ku serokatiya şanda Wezareta Pêşmerge ya bo Bexdayê kir, ji Rûdawê re ragihand, îro li Kerkûk û Diyale civîn destpê dikin ji bo pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê.

Cebar Yawer dibêje, şanda Wezareta Pêşmerge ku fermandarên mîhweran tê de bûn li gel fermandarên artêşa Iraqê û bi amadebûna Hevpeymaniya Navdewletî, li ser karê hevbeş ê serbazî li herêmên Kurdistanî, li hev kirin.

“DAIŞê girtîgeh heye, rahênanê dikin û cihê mana wan heye.” Ev gotinên berpirsên Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ne û sedemên zêdebûna êrîşên DAIŞê jî eşkere dikin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, DAIŞ şerê partîzanî dike. Xaleke lawaz bo êrîşkirinê dibîne, êrîş dike û vedigere. Herwiha dibêje DAIŞê armanca kontrolkirina cih û bajar nîne, tenê armanca wê kuştin û birîndarkirin û lawazkirina hêzan e.

Cefer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje, “Pêwîstiya me bi hemû şiyan û alîkariyeke hêzên hevpeyman heye, ji vegerîna hêzên wan ên şerker bo alîkarîkirinê, ji vegerîna hêzên wan ên asmanî, ji aliyê rahênankirina bi Pêşmerge û herwiha pêwîstiyên hêzên Pêşmerge ji aliyê çek û tewemeniyê ve.”

Kêmtir ji heftiyekê DAIŞê 4 êrîş li sînorên Germiyan û Mexmûrê kirine. Bo rêgirtina êrîşên bi vî awayî, Pêşmerge li Germiyanê çeperên xwe bihêzkirine. Herwiha li  gundê Xidircîceyê Hêzên Pêşmerge hatine bicihkirin û li wê derê dimînin. 

Berpirsên Pêşmerge zêdebûna êrîşên DAIŞê vedigerînin bo wan valahiyên emnî  ku piştî bûyerên 16yî Oktobera 2017an çêbûne.

 


 

Ji bo tijekirina valahiyên emnî lîwayek li Herêma Kurdistanê û lîwayek li Iraqê hatine pêkanîn. Bi gotina Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge  Cebar Yawerî,  ew herdu lîwa di rahênanê de ne û biryare di vê mehê de rahênana  têkel ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve werbigirin û piştre li wan cihên ku valahiya emnî lê heye bên dabeşkirin.

Roja Sêşembê jî şandeke Wezareta Pêşmerge, bi armanca hevahengiya ligel Artêşa Iraqê bo rûbirûbûna êrîşên DAIŞê, serdana Bexdayê kir.

Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, dibêje, “Di belavbûna tevgerên DAIŞê de xala sereke bo wê ye heta niha operasyonên hevbeş nebûne di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de. Sedemên din jî hene, hinek pirsgirêkên siyasî hene DAIŞ sûdê jê dibîne ji bo ku şert û mercên emnî têkbide.  Yan ew e hinek cih hene valahî gelekî berfireh in.”

Ji 27ê Mijdara îsal  heta 2ê Kanûna heman salê, DAIŞê 4 êrîş kirine û di wan êrîşan de 18 Pêşmerge û 3 welatî şehîd bûne.

 

Rudaw

Top