• Thursday, 26 February 2026
logo

Dayîka koçberê xeniqî daxwaza vegerandina termê kurê xwe dike

Gulan Media December 3, 2021 Nûçe
Dayîka koçberê xeniqî daxwaza vegerandina termê kurê xwe dike

 Sîrwan ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, yek ji qurbaniyên karesata belemê li Kanala Îngilîzî ye ku roja 24ê vê mehê binav bibû û têde 27 koçber xeniqîn bûn. Diya Sîrwan daxwaza vegera termê kurê xwe dike.

Belemeke koçberan roja 24ê Mijdara 2021ê dema dixwest ji Fransayê di Kanala Ingilîz re derbasî Brîtanyayê bibe binav bibû û di encamê de 27 koçberan canê xwe ji dest dan ku beşek ji wan Kurd bûn.

Di navbera Fransa û Brîtanyayê de li Kanala Înigilîzî Roja 24ê vê mehê belemeke koçberan niqûm bû û di encam de 27 koçber xeniqîn ku piraniya wan Kurd bûn û di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Yek ji qurbaniyan koçberî bi navê Sîrwan ê 23 salî yê xelkê bajarê Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Bavê Sîrwan, Ebubekir Elîpûr, diyar kir ku re ew berî nîv saetê belem binav bibe ligel kurê xwe axiviye.

Ebubekir Elîpûr dibêje: “Kurê min du hefteyan li Tirkiyê ma û piştre xwe gihand Fransayê. Li wê derê jî nêzîkî 2 meh û nîvan ma. Şêva rêbikevin li me geriya, ew bû dawî car.”

Şakarê hevalê Sîrwan, dawî car ev cihê lê mane bi telefonê tevî nameyeke bi dengî ji Ebubekir Elîpûr re şandiye û piştî şandina wê peyamê êdî li ser xetê nemane.

Ebubekir Elîpûr herwiha got: “Di peyamê de dibêjin em di navbera Fransa û Brîtanyayê de ne û diçin Brîtanyayê. Pişte xet nema, û me jî wisa zanîn ku ew gihîştine Brîtanyayê.”

Odeya Sîrwan hêj weke xwe ye û kelûpelên wî yên taybet her li se cihê xwe ne û cilûbergên wî jî her li pişt derî helawêstî ne. Wêneyê reş û spî yê destikêşayî li kêleka şej û eynika wî ne. Dayîka wî li benda vegerê bû, lê niha hêviya wê bûye ew ku terrmê kurê wê yê vegere û hembêz bike.

Dayîka Sîrwan, Tûba Azerîş jî got: “Tiştek ji destê me nayê, em nizaninçi bikin. Tenê daxwaza me ew e ku termê wî ji bo me bînin.”

Sîrwan ji malbatekê ye ku rewşa jiyana wan normal e, lê çavê wî her li koçberiyê bûye, di dawiyê de, vê havîna borî ji Serdeştê derketiye, kes agahdar nekiriye heya ku xwe gihandiye Tirkiyê.

Hêj termê Sîrwan nehatiye peydakirin, lê kesûkarên wî pişrast in di jiyanê de nemaye. Her roj li deriyên saziyên dewletê didin ku ji bo vegerandina termê kurê wan alîkar be. Qaymiqam û parlamenterê Serdeştê jî soza alîkaryê dane.

Serdeşt ji wan bajaran e ku bi sedema helkefta cografî û bedew û dewlemendya sirûştî, diveyabû derfetên kar ne tenê ji bo gencên bajar, herwiha ji bo xelkê din jî bikare be bibe cihê kar û bajar geş bibe.

 

Rudaw

Top