Erselan Hewramî bi soranî dibêje
Derbarê berhemên xwe yên nû de Erselan Hewramî ji Rûdawê re got; “Berhemek bi hewramî û yek jî bi soranî ye. Stranên folklorî ne lê rîtmên wan bi lez in.”
Hewramî daxuaynd ku mûzîka herdu stranan jî ji aliyê Hêmin Husên ve hatiye amadekirin.
Hunermend Hewramî diyar kir ku hevalên wî gelek giliyan lê dikin ku stranên soranî nabêje lewma biryar daye stranekî soranî bêje.
Di bahara 2016ê de Erselan Hewramî yekemîn albûma xwe ya bi navê “Geştek bo Hewraman” belav kiribû.
Rudaw
