• Thursday, 26 February 2026
logo

Golparêzê Kurd navê xwe li Guinnessê tomar kir

Gulan Media November 26, 2021 Nûçe
Golparêzê Kurd navê xwe li Guinnessê tomar kir

Golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend bi avêtina topê 61 metreyî bi destan, navê xwe xist Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend ku bi avêtina topên dûr û dirêj bi destan tê naskirin, li Pirtûka Rekoran a Guinnessê hat tomarkirin.

Di yariya ku 11ê Cotmeha 2016an a navbera tîma neteweyî ya Îranê û Koreya Başûr hat lîstin de, Elîriza bi destê xwe top 61 metreyan bi destên xwe avêtibû.

Pirtûka Rekoran a Guinnessê, sertîfîka ji Boavista ya ku niha tê de dilîze re şand ku ji Bîranwend re bê dayîn.

Bîranwend "belgeya tomarkirina avêtina topê ya herî dûr bi destan di yariya futbolê de” ji tîmê wergirt.


Elîriza Bîranwend kî ye?

Elîriza Bîranwend li Îranê wek “Şerê Penaltiyan” tê naskirin. Yek ji golparêzên baş ên cîhanê tê hejmartin.

Elîreza Bîranwend, ku Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di nav golparêzên herî baş ê cîhanê de di rêza nehemîn de cîh digre.

 Pirs ev e, “gelo Elîreza Bîranwend ê golparêzê yaneya Persepolîsê di vê dawiyê de çi pêşkeş kir, ku navê wî çû nav lîsteya baştirîn golparêzên cîhanê.”

Bîranwend ê 25 salî, ji bilî ku penaltiya Cristiano Ronaldo vegerand, herî kêm xwediyê wan taybetmendî û xisletan e ku him li Asya û him jî li seranserê cîhanê bigihe vê astê.

Fîzîk û laşê wî pir baş e

Golparêzê Kurd xwedî bejneke dirêj e û bejna wî 195 santîmetre ye. Ji roja ku bûye lîstikvaneke profesfyonel giraniya wî ji 85 kîlograman derbas nebûye û ev yek jî dihêle laşê xwe di astekî de biparêze, ku gelek kes li hember vê rewşê mat dimînin.

 

Elîreza Bîranwend, ku berê li gel tîma Neft Tehranê bû û paşî çû nav Persepolîsê, li hember êrîşan pir çalak û sivik e, zû refleksê nîşan dide û nahêle rikberên wî bi hêsanî gokê bavêjin nav tora wî.

Bîranwend xwedî kesayetekî cengawer e, ku ji bo golparêzekî ev taybetmendî gelek pêwîst e. Ev yek dihêle ku hertim gokên zehmet jî bigre. Ji seqetbûn û pêkanê natirse.

Golparêzê Kurd di dema lîstikê de xwedî hêzeke teqîner e, ku dikare di nava lîstikê de bi destê xwe pasê bavêje cihê herî dûr. Rojnameya Miror a îngîlîzî vê yekê weke “nûwaze” binav dike û dibêje, ew dikare bi pasa dest ji tîma xwe re defeta gol ava bike.

Di futbolê de divê golparêz hem bi dest û him jî bi ling xwedî behremendî be da ku bikare bandorê li encama yariyê bike. Ev taybetmendî di Elîreza de hene.

Bîranwend ji bilî van taybetmediyên xwe, li hember penaltiyanm jî lîstikvaneke bi şiyan û jêhatî ye. Piraniya golparêzan di vê mijarê de qels in lê golparêzê Kurd di vê mijarê de weke “Şêrê penaltiyan” tê naskirin.

 

Rudaw

Top