• Thursday, 26 February 2026
logo

23 hezar çekdar hatine kom kirin

Gulan Media November 22, 2021 Nûçe
23 hezar çekdar hatine kom kirin

dibêje me bo êrîş kirine ser hêzên Amerîkî xwe amade kiriye.
Li Îraqê dijî Amerîkayê hatine komkirin.

Komeke çekdar ya bi navê lîwaya Seyêd Elşuheda yaku baskekî heşda şebiye ragihandiye ku ev xwe amade dikin daku êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Îraqê bikin.

Ev koma han ya çekdar diyar kiriye ku dema bi dawî hatina vekêşîna hêzên Amerîkî li Îraqê nêz bûye û em niha rewşê dişopînin û piştî bi dawî hatina dema diyarkirî vê êrîşî ser hêzên Amerîkî bikin.

Koma çekdar di daxuyaniya xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku amadekariyên xwe yên pêwîst kirine û bo vê yekê jî heta niha zêdetir ji 23 hezar çekdar kom kiriye.

Weke tê zanîn li gor rêkeftina navbera Amerîka û Îraqê vê heta dawiya salê Amerîka tevahiya hêzên xwe yên şerker li Îraqê vekêşe. Lê hefteya derbasbûyî rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiribûn ku rayedarên Îraqê bi nihênî daxwaz ji wan kirine daku hêzên xwe yên li Îraqê nevekêşin.

Top