• Thursday, 26 February 2026
logo

CHPê li ser ‘pirtûka aboriyê’ bersiva Erdogan da

Gulan Media November 15, 2021 Nûçe
CHPê li ser ‘pirtûka aboriyê’ bersiva Erdogan da

Rewşa aborî ya Tirkiyê di van rojên dawî de yek ji majarên siyasetmedarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye. Ligel daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî, roj bi roj rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe. Lê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê piştî civîna ligel Konfederasyona Sendîkayên Memuran (Memur-Senê) di civîneke çapemeniyê de berevajiya vê yekê got,  “Me kitêba aboriyê nivisiye.”

Recep Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, dibêje, “Me gelek veberhênanên xwe bi vî awayî pêkanîn û em hê jî pêktînin. Niha li vê derê 5 hezar kes dixebitin. Dibêje millet birçî ye. Ev 5 hezar kes li vir dixebitin û hemû jî ji vir mûçeyê xwe werdigirin. Ev mesele li çawaniya karkirina mejiyê we li ser aboriyê dinêrê. Belê me di vî warî de pirtûka aboriyê nivîsiye û em li ser nivîsîna wê berdewam in.”

Ev gotinên Serokkomarê Tirkiyê yên derbarê aborî de di demekê de ne ku ligor amarên dawî yên Saziya Amaran a Tirkiyê li wî welatî  rêjeya enflasyonê  di meha Cotmehê de bi rêjeya ji sedî 2.39 û di nav salekê de jî ji sedî 19.89 zêde bûye.

Partiyên opozîyonê yên Tirkiyê  berdewam rexneyan li vê rewşa xirab a aborî digirin û ji polîtîkayên hikûmetê ne razî ne. Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) ku mezintirîn partiya opozîsyonê ye, Faik Oztrak li ser hesabê xwe yê medya civakî rexne li gotinên Erdogan digire û dibêje, “Kesê pirtûkan nexwîne, nikare pirtûka aboriyê binivîse.”

Faik Oztrak, Berdevkê CHPê, diyar dike, “Kesê pirtûkan nexwîne, nikare pirtûka aboriyê binivîse. Eger hewl bide binivîse dê li tabloyê 1$ = 10 L.T binivîse. Ji bo ew kesê ku vê yekê bike jî “aborînasê sexte” tê gotin.”

Ev nîqaşên li ser aboriya Tirkiyê li aliyekî, bihabûna kelûpelên xorakê û pêwîstiyên jiyanê li wî welatî berdewam e û xelk ji nirxan nerazî ne. Hevdem li gor Saziya Amaran a Tirkiyê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon 794 hezar kes bêkar in.

 

Rudaw

Top