• Thursday, 26 February 2026
logo

Serbazekî Polandê li ser sînorê Belarûsê hat kuştin

Gulan Media November 14, 2021 Nûçe
Serbazekî Polandê li ser sînorê Belarûsê hat kuştin

Berdevkê Hêzên Ewlekariyê yên Polandê ragihand ku di “bûyereke teqekirinê ya bêmebest”de leşkerekî wan li ser sînorê Belarûsê hat kuştin.

Li gor zanyariyan îro di demjimêrên êvarî de, di encama teqekirina serbazekî Polandî de li ser sînorê Belarûsê, serbazekî din ê Polandî hat kuştin.

Berdevkê Hêzên Ewlekariyê yên Polandê Stanîslu Zarîn li ser bûyerê ragihand ku ew bûyer “bêmebst” bûye û “destê aliyekî sêyem di bûyerê de nîne.”

Ev bûyer di demekê de ye ku hejmareke zêde ya koçberan li ser sînorê Balûrûsê kom bûne û dixwazin derbasî Poland û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bibin.

Lê Poland rijd e li ser venekirina sînor li ber koçberan û roj bi roj jî hejmara koçberên ku li ser sînorê wê kom dibin, zêde dibe.

Beşeke zêde ya wan koçberên ku li ser sînorê Belarûs û Polandê asê mane û dixwazin biçin welatên Ewropayê, Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê û di vê werza zivistanê de jî rewşa koçberan xerabtir dibe ku hejmareke zêde ya jin û zarokan jî di nav de hene.

Polîsê Polandê duh ragihandibû ku derdora 4 hezar koçber li ser sînor kom bûne û hejmara wan jî her ku diçe zêde dibe.

Hikûmeta Polandê ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan, sînorê xwe yê li gel Belarûsê tundtir kiriye û nêzikî 15 hezar endamên hêzên ewlekariyê li xeta sînor bicih kirine.

 

Rudaw

Top