Li Kabulê teqîn: 6 kuştî û 7 birîndar
Li rojavayê bajarê Kabula paytexta Efxanistanê li devera ku zêdetir welatiyên Şîe dijîn, wesayîteke bombekirî hat teqandin.
Berpirsekî Talîbanê ragihand; di teqînê de 6 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.
Hîn ti aliyek teqîna li Kabulê negirtiye ser xwe, lê belê rêxistina DAIŞê di van çend rojên dawî de li deverên Şîe yên Efxanistanê êrîşan encam didin.
Duh jî li wîlayeta Nangarhar a rojhilatê Efxanistanê li devera Spin Gar di nava mijgeftekê de teqîn rûda.
Talîban ragihand ku di wê teqînê de herî kêm 15 kes birîndar bûn.
Di 2yê Mijdarê de êrîşa li dijî nexweşxaneya herî mezin a serbazî DAIŞê girtibû ser xwe. Di wê êrîşê de 19 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûbûn.
K24
