• Thursday, 26 February 2026
logo

Kiliçdaroglu gef xwar: Berdêla wê dê giran be!

Gulan Media November 6, 2021 Nûçe
Kiliçdaroglu gef xwar: Berdêla wê dê giran be!

Serokê CHPê dibêje, “Kesên îhaleya Kanal Îstanbulê werbigirin, dê berdelên giran bidin.” Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, jî tekez dike, “Egera çêkirina `Kanal Îstanbul` nîne.”

Ekrem Îmamoglu, “Nexşerêya Tekoşîna li Dijî Krîza Keşûhewayê” eşkere kir û di bernamayê de pirsên rojnamevanan yên derbarê Kanal Îstanbulê de bersivandin.

Îmamoglu got, “Ev kanal nikare bê çêkirin. Xelk vê naxwaze, binêrin ciwan li vê derê hene, em ji wan bipirsin. %90 naxwazin û %10 jî ji ber agahiyên wan nînîn, projeyeke kanalê ya bi vî awayî red dikin. Egera çêkirina vê tune ye. Stenbol îxaneteke wiha najî û em jî ji bo vê dê heta dawiyê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu jî di heman bernameyê de got, “Kesek nikare îhaleya Kanal Îstanbulê werbigre. Kesên werbigre dê berdêlên giran bide.”

Hikûmeta Tirkiyê, dixwaze bi rêya kolandina axê ji Deryaya Reş bo Deryaya Marmara tengaveke nû veke.

 Opozîsyon jî li dijî projeyê derdikeve û dibêjê hem ji bo aboriya Tirkiyê ne baş e û hem jî dê bandorên xirab li ser ekolojiya bajêr bike.

 

Rudaw

Top