• Thursday, 26 February 2026
logo

Di êrîşeke DAIŞê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin

Gulan Media November 6, 2021 Nûçe
Di êrîşeke DAIŞê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin

Li başûrê parêzgeha Selahedîn di êrîşeke DAIŞê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin û du çekdar jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Duceyl Ebdulezîz Feze' ji medyaya Iraqê re ragihand; di êrîşeke DAIŞê de bo ser binkeyeke çekdarên ser bi grûpa Esayîbê Ehlê Heq, li devera Seyd Xerîb a li başûrê parêzgeha Selahedîn, çekdarekî Esayîb hat kuştin û çekdar jî birîndar bûn.

Li bazgeheke bakurê rojhilatê Bexdayê jî çekdarekî DAIŞê û yekî din, li devereke ser bi navçeya Rutbe ya li rojavayê Enbar hatin desteserkirin.

Top