Demirtaş: Ti peywendiya HDPê bi PKKê re nîne
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dibêje, ti peywendiya wan bi PKKê ve tune ye.
Demirtaş ku 5 sal e di zindanê de ye, bersiva pirseke ajansa nûçeyan a DPA ya Almanî ya derbarê peywendiya kesî û ya HDPê bi PKK re da û ragihand, ne ew û ne jî HDPê, ne bi awayekî rasetrast û ne jî ne rasterast peywendî bi PKK re tune ne.
Demirtaş diyar kir, HDP tenê bi riya aştiyê dixwaze pirsgirêkan çareser bike bêyî ku tundtûjî derkeve.
Derbarê hikûmeta nû ya Almanya de Demirtaş got ku ew hêvî dike hikûmeta nû ya Almanyayê xirabiya rewşa mafê mrovan li Tirkiya li ber çavan bigre û siyasteke nû peyrew bike ku li ser bingeha mafê mirovan li Almanya û Ewropayê be.
Rudaw
