Parlamentera HDPê: Tirkiyê Efrîn dagîr kiriye
Parlamentera Muşê ya HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit di hevdîtinên Komîsyona Budce û Planê yên 4ê Mijdara 2021ê de derbarê Efrînê de got: “Eger bê ku welatek bixwaze leşkerên xwe bişînî wî welatî tê wateya ku te ew welat dagîr kiriye.”
Di hevdîtinên Budceya Wezareta Derve yên di Komîsyona Budce û Planê de Parlamentera Muşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dema derbarê Efrînê de axivî hate astengkirin û ev bi awayekî fermî hate tomarkirin.
Herwiha Serokê Komîsyonê Cevdet Yilmaz jî rê li midexaleyên dijî Koçyigit negirt û got: “Çavê Tirkiyê di axa welatekî din de nîne. Em axa xwe diparêzin. Dijî êrîşên terorê em gelê xwe diparêzin.”
Koçyigit polîtîkayên derve yên Tirkiyê û peywendiyê ligel çend welatan rexne kir û çûyîna Tirkiyê bo Efrînê wek dagîrkerî pênase kir.
Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamentera HDPê got, “Ji bo hun bikevin Efrînê, we bertîl dan Rûsyayê. Ev rewş di sîyasetê de tê wê wateyê, ev gelekî zelal e. We S-400 li beramberî dagîrkirina Efrînê wergirtin. Em ji raportên Netewên Yekbûyî bigrin heta raportên çavderî ya Mafên Mirov a Sûriyê binêrin, Efrîn bûye cihekî ku bi sûcên mirovî tê behs kirin. Di berdewamiya şerê Sûriyê de ku Efrîn wek girava Aştiyê bû û aram bû koçber jî hatin û nifûsa wê 200 qat zêdebû. We çû Efrîn dagîr kir û niha grupên di bin kontrola we de OSO, Artêşa Niştimaniya Sûriyê her roj li wir sûcên mirovî pêk tînin. Ji revandina jinan heta destdirêjiyê, talanê, dest danîna ser malên xelkê û her sûc tên kirin. Ev sûcên tên kirin ketine raportên Netewên Yekbûyî jî û Tirkiye di asta yekemîn de ji van sûcan berpirsiyar e.”
Rudaw
